Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxuyakirin, piştî ku Amerîka ji Sûriyê derkeve, ew bi Tirkiyê re hevdîtinan dikin daku kurd rûbirûyî qetlîaman nemînin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji malpera Newsmaxê re ragihand, “Ji bo me ya girîng ew e ku em rê li ber qetilkirina kurdên Sûriyê bigirin û di heman demê de jî kêmîneyên li wir biparêzin.”
Herwiha Pompeo li ser awayê vekişîna hêzên Amerîkayê jî got: "Serok di mijara Sûriyê de zelal e. Dê leşkerên me ji wir derkevin. Serok di heman demê de gotiye ku pêwîste têkoşîna me ya dijî DIŞIê berdewam be û em karên xwe yên ji bo îstiqrarkirina Rojhilata Navîn berdewam bikin.”
Pompeo herwiha diyar kir ku ew nikare li ser vekişînê teqwîmekê bide û ew naxwazin dijminên wan bizanin bê ew dê kengî ji Sûriyê vekişin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton, jî aşkerekiribûn ku herçend ew ji Sûriyê vekişîn jî wê kurdan li Sûriyê biparêzin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin