Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên El-Cebha El-Şamiye yên li navçeya Şêrawa çalakiyek lidar xistin û di encamê de du çete hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya hêzên rizgariya Efrînê ew çalakiyên hêzên han li dijî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve didomin û di çarçoveya wan çalakiyan de li devera Şêrawaya ser bi Efrînê de, tirimbîleke cîhadiyan hatiye hedefgirtin.
Di êrîşê de du çeteyên cîhadî hatine kuştin û tirimbîla wan jî hatiye têkbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin