Di çarçoveya serdana xwe ya bo Îsraîlê de, êwara îro Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê, John Bolton li gel Serokwezîrê Îsraîlê binyamîn Netanyahu civiya.
Hate zanîn ku Netanyahu û Bolton di civînê de behsa rewşa deverê, bi giştî û rewşa Sûriyeyê û biryara vekêşana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bi taybetî nîqaşkirine.
Tê gotin ku Bolton piştî serdana xwe bo Îsraîlê vê serdana Tirkiyeyê jî bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê jî behsa rewşa Sûriyeyê bike.
Bolton îro gotibû ku vekêşana hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê mercdare û merca Amerîkayê jî gerentî kirina parastina Kurdane ji êrîşên Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin