Di çarçoveya barîna berfê li çiya û zozanên Kurdistanê de, beşeke herî mezin ji çiya û zozanên Başûrê, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê bi berfê hatine xemlandin.
Her çend li Bakûrê Kurdistanê jiber zêde barîna berfê rêya gelek deveran hatine daxistin, li Rojhilatê Kurdistanê jî piraniya deverên çiyayî û bilind bi berfê hatine spîkirin.
Li Başûrê Kurdistanê jî deverên çiyayî û zozan têjî bûne ji berfê û bi rengê spî hatine xemlandin. Yek ji wan deverên Başûrê Kurdistanê û devereke steratejîkiye di warê abûrî û veguhastinê de, devera Hac Omeranê ye û ew jî jiber barîna zêde ya berfê spî bûye.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin