Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) navenda wê li Londonê ye, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku pêşengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DIŞIê dike, şeva borî karwaneke leşkerî ya ji 150 barhilgiran pêk dihat, ji ser Herêma Kurdistanê ve gihand destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD).
Li gor SOHRê di wê karwana leşkerî de, otombîlên leşkerî, zirpoş, kelûpelên leşkerî û lojistîk hebûn û ew ji ser Herêma Kurdistanê ve gihandin bajarê Kobanê û Rojhilatê Firatê.
SOHRê da zanîn ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê, ev bû cara sêyem ku Amerîka alîkariyên leşkerî derbasî herêmên jêr destê HSDê li rojhilatê çemê Firatê dike.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin