Biryar bû îro YNK bi razî kirina hin endamên Ereb û Tirkiman yên civata parêzgeha Kerkûkê civînek lidar bixe.
Mebesta YNK ji vê civînê ew bû daku kesekî din bo cêyê Serokê civata parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî diyar bike lêbelê, hewldanên YNK vê carê jî serkeftî nebûn û YNK careke din rastî şikestê hat.
Hate zanîn ku YNK îro nikarî bû ku tevahiya endamên xwe yên di nava civata parêzgehê de bo beşdarî kirin di civînê de kom bike.
Ew çend care YNK hewl dide ku civînê bo diyar kirina kesekî din bo cêyê Rêbwar Talebanî diyar bike lidar bixe lêbelê her car hewlên YNK rastî şikestê tên.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin