Hat ragihandin ku bi dijwarbûna şerê navbera komên çekdarên muxalîf ên Tirkiye piştgiriya wan dike û rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nûsra) re, artêşa Sûriyê jî kete nav liv û tevgerê û operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan da destpêkirin.
Li gor çavkaniyên medya erebî, artêşa Sûriyê li bajarê Hemayê li dijî muxalîfan amadekariya operasyoneke mezin dike û ligel wesayîtên leşkerî bi sedan leşkerên xwe şandin herêma Sahel el Ghab a bakurê rojavayê Hemayê.
Çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa rejîma Esed operasyoneke berfireh li dijî muxalîfan daye destpêkirin û balafirên Rûsyayê jî hatine rakirin.
Herwiha amadekarên operasyonê li Idlibê jî berdewam dikin û hat destnîşankirin ku 45 hezar leşkerên rejîma Sûriyê ji bo operasyonê di amadebaşiyê de ne.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin