Piştî ku ev demêke bi şevan leza întêrnetê li Kurdistanê kêm bûye, hikûmeta Kurdistanê îro hayedariyek da kompaniyên ku di warê întêrnêtê de kar dikin.
Wezareta gehandin û veguhastina hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku bi fermî tevahiya kompaniyên ku di warê întêrnêtê de kar dikin li hember vê kêşeya han hatine hayedarkirin û lazime ev kêşeya han çareser bikin.
Wezaretê herwiha daxwaz ji wan kes û aliyan kiriye ku kar bi întêrnêtê dikin daku eger dîtin kêşe nayê çareserkirin, hikûmet agahdar bikin daku lêpirsînê li gel kompaniyên han bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin