Li gor jêderên ji herêm Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên çekdar yên rejîma Îranê, piştî êrîşî ser kolberên Kurd li devera Newsûdê kirine, agir li tiştên kolberên Kurd berdane.
Jêderên herêmî diyar kirin ku ev bûyer roja duşemê li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li devera Newsûdê ya li Hewramana Rojhilat qewmiye û di destpêkê de hêzên çekdar yên rejîma Îranê êrîşî ser kolberên Kurd kirine û pişt re jî dest danîne ser tiştên wan û pişt re jî tevahiya tiştên wan şewtandine.
Weke tê zanîn rojane li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hêzên çekdar yên Îranê êrîşî ser Kolberên Kurd dikin û wan dikujin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin