Erbil 38°C Saturday 15 Nov 20:26

Mesrûr Barzanî û şandeke Brîtanî civiyan

Brîtanya li ser piştgîrî kirina Kurdistanê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya Şêwirmendê mezin yê berevaniya Brîtanyayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn general Sir John Lorimer kir.

Di civînê de ku balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê têde beşdar bû, behsa pêşhatên dawî yên li deverê, bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê û mekanîzima hemahengiya zêdetir ya di warê dijî terorê de hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî hevkariyên Brîtanyayê yên bo Kurdistanê bi girîng wesif kir û pêşwaziya piştîwaniya Brîtanyayê ya bo pêngavên çaksazî û ji nûve organîze kirina hêzên pêşmerge kir û daxwaz kir ku Brîtanya li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge berdewam be û Kurdistan fêde ji programa perwerde kirina pêşkeftî yaku bo hêzên Îraqê tê cîhbicîhkirin werbigire.

Li hember de jî Sir John Lorimer amade bûna welatê xwe bo berfiretir kirina têkilî, hevkarî û piştgîriya zêdetir bo Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.