Şervanên QSD`ê di operasyona paqijkirina bajaroka El-Şefaa de, gelek çek û cebilxaneyên çeteyên DIŞIê dîtin.
Li gor nûçeyeka anhayê Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de, şervanên QSD`ê derbasî bajaroka El-Şefaa bûn û piraniya bajarok piştî şerekî dijwar rizgar kirin.
Şervanan, di operasyona paqijkirinê de, gelek çek û cebilxaneya çeteyên DIŞIê bi dest xistin.
Operasyona paqijkirinê li herêmê dewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin