Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek derbarê serdana wezîrê derve yê Amerîkayê ya bo Hewlêrê û hevdîtinên vî yên li gel Serok Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê de, daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku Mike Pempeo di civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, jiber berbijêr kirina wî bo postê Serokatiya Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî vî kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku Pempeo pîrozbayî jî li Mesrûr Barzanî kiriye ku bo postê Serokwezîriyê hatiye berbijêrkirin û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, di wan civînan de, Pempeo piştgîriya bihêz ya Amerîkayê bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û pêşkeftina berdewam ya di warê ewlekarî û abûrî de diyar kiriye.
Pempeo herwiha tekezî li ser girîngiya hevbeşiya steratejîk li gel Îraqê û dostatiya demdirêj li gel Kurdistanê kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku Mike Pempeo duhê êwarê serdana Kurdistanê kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin