Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:28

Tevgera Azadî: Emê dakevin qadan

dibêje emê li qad û kolanan xwepêşandanê bikin
کوردستان TV
100%

Gefan li YNKê dike.

Ev demeke di navbera YNK û Tevgera Azadî de nakokî û alozî hene û bi awayekî rojane YNK êrîşî ser endamên vê tevgerê dike û di heman çarçoveyê de, beriya du rojan jî li Silêmanî û hin deverên din hêzên asayîşa YNKê hijmareke endamên vê tevgerê binçav kiribûn.

Serkirdeya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê Tara Hisên ragehand ku,  heta niha 30 kadîrên wan li Asayîşa YNKê girtîne.

Serkirdeya Tevgera Azadî ya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên ragehand ku, Asayîşa YNKê zêdeyî 50 kadîrên me desteserkirin û heta niha tenê hejmarek jin azadkirine.

Tara Husên aşkere kir ku, ew dê li ser kar û çalakiyên xwe berdewam bin û ev kiryarên Asayîşa Silêmaniyê rê li ber karê wan nagire û di demeke nêzîk de dê çalakiyên xwe bo cadeyên bajarê Silêmaniyê veguhezin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.