Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:46

Civata wezîran civiya

behsa rewşa Kurdistanê jî hatiye kirin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî civiya.

Bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî ve civata wezîrên Kurdistanê yekem civîna xwe ya sala nû pêkanî.

Destpêkê Nêçîrvan Barzanî sala nû pîroz kir û amaje bi astengiyên sala borî yên 2018ê kir û spasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û mûçexoran bi taybetî kir, ku li hember kriz û astengiyan xoragirtin û têgeheştina wan bo rewşa herêma Kurdistanê hebû. Herwaha hêvî xwest sala 2019ê bibe dawî hatina astengî û pirsgirêkan, derbas kirina krîzan û baştirbûna jiyana hemwelatiyan.

Civîna ku taybet li ser gotûbêja beşe budceya herêma Kurdistanê ya budceya giştî ya federal a sala 2019ê bû, wezîrê darayî û aborî Rêbaz Hemlan raportek pêşkeşî encûmena wezîran kir ku derbarê kurteya proje yasaya 2019ê ya Iraqê bû û ew hewldan jî aşkera kirin ku bo bidestanîna maf û şayisteyên darayî yê herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de, ji aliyê wezareta wan ve û serokatiya encûmena wezîran û fraksiyonên Kurdistanê li parlamentoya Iraqê û wezareta darayî ya hikûmeta federal ve hatine dayîn.

Piştî giftûgo û danûstana ramanan, li gel pesnên wan hewldanan hat dayîn, encûmena wezîran li ser maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê di çarçoveya pêbendbûna destûrê de rijdbûna xwe diyar kir.

Ji bo wê jî wezareta darayî û aborî hat erkdar kirin ku li gel wezareta darayî ya Iraqê û lijneya darayî ya encûmena nûnerên Iraqê di hewldanên xwe de berdewam bin, bo geheştina encamekî ku tê de mafên herêma Kurdistanê parastî bin. Vê derbarê de encûmena wezîran pêbendiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bo alîkarî û hemahengiya li gel hikûmeta federal û encûmena nûnerên Iraqê teqez kir.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.