Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:46

PDK û YNK li Hewlêrê civiyan

behsa ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê her du mekteb siyasiyên partiya demorkata Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser çend mijaran bi taybetî mijara ava kirina hikûmeta nû ya Kuridstanê civiyan.

Piştî civînê bi civîneke rojnamevanî berdevkên her du partiyan naveroka civînê ragihandin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed daxuyakirin, hevahengiya PDK û YNKê girîng e û di civînê de wan behsa pirsgirêkên Kerkûk û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û divê bilez hikûmet bê avakirin.

Ehmed got, pêwîst e biryarên pêkanîna hikûmetê derbasî qonaxa pratîkê bibin û PDK û YNKê biryar daye komîteyeke hevbeş a jihevtêgihîştinê pêk bînin.

Berdevkê YNKê Seidî Pîre jî di civîna rojnamevanî de got, divê PDK û YNK rêkeftineke siyasî ya hevbeş ji bo birêvebirina pirsgirêk û pêşhatên nû pêk bînin.

Pîre li ser rewşa Kerkûkê jî diyar kir, rewşa Kerkûkê girîng e û divê pirsa Kerkûkê bipaş nekeve û karên pêşîn ê PDK û YNKê be, lê pirsgirêka Kerkûkê bê Bexda çareser nabe, ji ber ku gelek hêzên leşkerî û Heşda Şeibî li Kerkûkê hene û divê bi hev re rûbirûyî pirsgirêkn Kerkûkê bibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.