Erbil 38°C Tuesday 25 Nov 09:37

Pompeo: Gefên Serok Trump pêgiriya Amerîka ya hember hevalbendên xwe nîşan dide

dibêje twitta trump îsbat dike ku Amerîka dev ji hevpemanên xwe ber nade
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo îro Duşemê got ku gefa Serok Donald Trump ya wêrankirina aboriya Tirkiyê, pêgirîya Amerîka ya hember hevalbendên xwe nîşan dide.

Pempeo eşkere kir ku“Ez derheqa twîta serok Trump hîn bi wî re û karbidestên Tirk re nepeyivîme, lê tiştê min fem kirî ew e ku ger Tirkiye dijî Kurdên li Sûriyê kiryarên leşkerî pêk bîne, ewê dijî Tirkiyê tole û cezayên nû deynin.”

Pompeo bal kişand ku peyama Amerîka ya derbarê Kurdan tim pir zelal e û ji daxuyanîya Trump ya vekişîna ji Sûrîyê heta niha neguherîye.

Wî got ku rêvebiriya wan tim dîyar dike ku nabe Tirk bi awayên ne rekûpêk Kurdan bikin armanc.

Wek bersîva pirsekê, ku mebesta Trump ekonomiya Tirkiyê ye, Pompeo got ku ew li gelek herêmên cîhanê tole û ceza datînin.

Serok Trump şeva borî ji Twitterê dîyar kiribû ku ger Tirkîye li Sûriyê êrîşî Kurdan bike, ewê wî welatî ''bi awayekî aborî wêran bikin.''

Trump dabû zanîn ku ewê bo parastina Kurdan herêmeke ewle ya bi qasî 20 mîlan (32 kîlometre) damezrînin.

Serok Trump meha borî dîyar kiribû ku ew dê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin, lê karbidestên Amerîkî yên payabilind ser wê biryarê nerazîbûnên tund nîşan dabûn û gotibûn ku heta ku DIŞI li Sûrîyê bi temamî têk neçe divê ew ji wir venekişin.

Voa

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.