Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa pêşhat û guhertinên dawî yên Kurdistan, Îraq û deverê hate kirin û tekezî li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera her du gelên Franse û Kurdistanê di warên cuda cuda de hate kirin.
Di destpêka civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya gel û hikûmeta Franseyê û hewlên Serokê Franseyê Macron yên bo piştîwanî û hevkarî kirina Kurdistanê kir û anî ziman ku Franse di qonaxên cuda cuda de hevkar û piştîvanê mezin yê xebata gelê Kurdistanê bûye.
Derbarê prosesa siyasiya Îraqê de Mesrûr Barzanî balkêşande ser pêşveçûnên heyî yên di navbera Kurdistan û Îraqê de û diyar kir ku bi bingeh û esas wergirtina destûra bingehîn ya Îraqê hewl bo nehêştina kêşeyên heyî tê dayîn.
Di berdewamiya civîna han de derbarê pêşhat û rewşa Sûriyeyê de jî giftûgo hate kirin û tekez li ser girîngiya aram kirina aloziyan û çareseriya siyasî ya kêşeyên heyî yên li Sûriyeyê hate kirin bi awayekî ku xwestek û mafên tevahiya pêkhateya parastî bin.
Di beşeke din ya civîna han de wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî xwest di Serokatî kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de û balkêşande ser çawetiya berfire kirina têkiliyên navbera her du aliyan û ragihand ku têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê dîrokî û girîngin.
Yves Le Drian kêfxweşiya xwe jî ya li hember qonaxa nû ya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û got: Franse li ser piştgîrî kirina Kurdistan û hêzên pêşmerge berdewam dibe.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin