Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê tîma hevbeş a operasiyonên taybet yên li Îraq û Sûriyeyê General Patrick Roberson û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa pêşhatên dawî û egerên heyî yên li deverê bi giştî û qonaxên piştî şerê DIŞIê hate kirin û her du alî nêrînên xwe yên lid or pêşhat û pêşkeftinên heyî yên li Rojhilata Firatê li Sûriye lihev veguhastin.
Di vê derbarê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku lazime rêkeftineke nû di navbera hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê were îmzekirin bo ku mafê gelê xwe di nava wan guhertinan de bicîh bikin.
Di berdewamiya civîna han de behsa lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li hin deverên Îraqê û rol û hemahengiya navbera hêzên Amerîkî, Îraq û Kurdistanê bo pêşî girtin ji dubare serhildan û pêşkeftina zêdetir ya komên terorîstî û aram kirina Îraq û deverên rizgarkirî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin