Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:46

Hêzên rejîmê dîsan Kolberên Kurd kuştin

kolberek jî jiber serma û zeqemê canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengav, duhê hêzên çekdar yên rejîma Îranê li sînorên nêzî bajarê Xoy gole li ser karwaneke kolberên Kurd reşandine.

Li gor raportê di encama êrîşa han de kolberekî Kurd ku gole ber serê vî ketiye dem lidest canê xwe ji dest daye û kolbereke din jî birîndar bûye.

Di berdewamiya raportê de behsa vê yekê jî hatiye kirin ku her duhê kolbereke din jiber ku di hêzên Îranê êrîşî ser wan kirine, ketiye nava berfê û qerisiye û pişt re jî canê xwe ji dest daye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.