Lêv û tevgerên DIŞIê zêde bûne

civîn îro hatiye lidarxistin
کوردستان TV
100%

Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî li gel berpirsên wezareta pêşmerge civiya.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, îro li Hewlêrê bi beşdariya hijmareke  berpirsên wezareta pêşmerge û rayedarên hevpeymaniya cîhanî, civîneke din ya hevbeş a di navbera her du aliyan de hatiye lidarxistin.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û leşkerî ya deverê û navçeyê û herwiha behsa lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li hin deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê û deverên Îraqî de hatiye kirin.

Her di civînê de hetiye diyarkirin ku ev demeke ku lêv û tevgerên terorîstên DIŞIê li wan deverên Kurdistanî û hin deverên Îraqê zêde bûne.

Di beşeke din ya civînê de behsa têkilî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî hatiye kirin û tekez li ser bihêztir kirin û domandina hevkarî û hemahengiya han hatiye kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.