Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştiyê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin nirxandin û behsa pêşhatên dawî û guhertinên hevkêşeyên li ser asta Îraq û navçeyê hat kirin.
Her di vê civînê de di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de û hewlên çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha peywendî û zerûreta yekdengiya aliyên siyasiyên Herêmê û pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê giftûgo hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin