Di encama teqîna ku îro li ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundrîn a herêma Şedadê pêk hat, 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn. Li gorî agahiyên çavkaniyek leşkerî, da nûçegihanên me Hêzên Ewlekariyê û leşkerên Amerîkî erebeya bombebarkirî ferq kirine, erebeyên zirxî kirine mertal û piştî xwe ji erebeyan avêtine teqîn çêbûye.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Şedadê bidest xisti ku îro di saetên sibê de erebeyek bombebarkirî li ber benda kontrolê ya Hêzên Ewlehiya Hundarîn li cem Pira 47`an a gundewarên Şedadê xwe teqand. Di encama teqînê de 2 endamên hêzên Ewlehiya Hundrîn ku yek jê jine û leşkerekî Amerîkî birîndar bûn.
Hat zanîn ku dema xwekuj xwest erebeyê biteqîne, Hêzên Ewlekariya Hindirîn û leşkerên Amerîkayê pê hesiyan e. Di wê demê de erebeyên zirxî danîne pêşî û xwe ji erebeyan avêtin e. Kesên birîndar bûne jî, ji ber parçeyan birîndar bûne.
Erebeya zirxî ya ku kirin mertal ruxiya.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin