Berpirsê şaxê 15 yê PDKê yê li Xaneqînê, Şêx Cefer Mistefa ragihand ku beriya du rojan şandeke leşkerî ya Amerîkî yaku ji aliyê balefirên şer yên Amerîkî ve dihat parastin serdana Xaneqînê kiriye û li gel berpirsên leşkerî yên li deverê de civiyaye.
Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kir ku hêzên Amerîkî dixwazin dîsa li navenda Kobra ya di navbera Seidiye û Golaleyê de yaku berê jî hêzên Amerîkî tê de bûne bicîh bibin.
Şêx Mistefa diyar kir ku armanca hatina hêzên Amerîkî yên bo wan deveran, bicîh kirina hêzên hevbeş (Amerîka, pêşmerge û artêşa Îraqê) li deverên madeya 140 e, jiber ku DIŞI li ber çavên hêzên ewlekarî yên Îraqê bi awayekî rojane li wan deveran kiriyarên terorîstî pêk tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin