Rêbwar Talebanî: Parêzgarê Kerkûkê mafê PDKê ye

dibêje li gor hilbijartinan postê parêzgehê mafê PDKê ye
کوردستان TV
100%

Serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de ji dengê Amerîkayê re gotiye, piştî bûyerên 16 Cotmehê rewşeke ne normal û ne qanûnî biser Kerkûkê de hatiye sepandin û êrîşî ser mala min jî kirin û tirimbêla min jî dizîn.

Talebanî herwiha diyar kiriye ku jiber rewşa ku niha li Kerkûkê heye, Rêbwar bo xwe û 15 endamên din yên civata parêzgehê nikarên vegerin Kerkûkê û niha li derveya Kerkûkê karûbarên rojane yên xelkê cîhbicîh dikin.

Talebanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kiriye ku hin aliyên siyasî yên Kerkûkê çend car hewl dane daku civîna civata parêzgehê lidar bixin daku Serokekî nû bo vê civatê diyar bikin lêbelê serketî nebûne.

Derbarê postê parêzgeha Kerkûkê de Talebanî diyar kiriye ku li gor encamên hilbijartinan postê parêzgarê Kerkûkê vê carê mafê partiya demorkata Kurdistanê ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.