Peyvdara wezareta derve ya Rûsyeyê Mariya Zaharova eşkere kir ku rewşa Idlibê gelek aloze û bilez aloztir dibe.
Mariya Zaharova eşkere kir ku li wan deverên ku beriya niha li ser wan rêkeftin hatibû kirin ku weke deverên bêşer werin binavkirin, rewş gelek aloze û roj bi roj aloziyên han zêdetir dibin û rewşa Idlibê jî bi giştî bi awayekî bilez aloztir dibe.
Zaharova herwiha diyar kiriye ku roj bi roj rêjeya binpê kirina agirbestê li Idlibê zêdetir dibe.
Derbarê Rojhilatê çemê Firatê de jî Zaharova diyar kiriye ku lazime ev devera han bikeve bin kontrola rejîma Esed.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin