Îro saet di 08.15’an de li Efrînê, erebeyeke bombebarkirî li pêşiya navendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye hate teqandin. Di teqînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatin kuştin.
Li gor nûçeyeke anhayê îro li Efrînê saet di 08:15`an de erebeyeke bombebarkirî li pêşiya yek ji navendên çeteyên Ehrar El-Şerqiye ku girêdayî artêşa Tirk a dagirker e, teqiya.
Nûçegihanên me ragihand ku di encama teqînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, Navenda Çand û Hunerê ku îro li ber wê teqîn çêbû, veguherand baregehekê. Navend dikeve taxa Efrîna Nû ya navenda bajarê Efrînê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin