Brîtanya: Piştgîriyên me bo Pêşmerge berdewam dibin

îro serdana wezareta pêşmerge kiriye
کوردستان TV
100%

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa  vê yekê kir ku îro şandeke leşkerî ya Brîtanî serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.

Li gor daxuyaniya han di civînê de behsa têkiliyê leşkerî yên di navbera hêzên pêşmerge û hêzên leşkerî yên Brîtanyayê de hatine nirxandin û şanda Brîtanî tekezî li ser domandina hemahengiya navbera her du aliyan kiriye.

Şanda leşkerî ya Brîtanî herwiha diyar kiriye û hevkariyên leşkerî yên Brîtanyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.