Mesrûr Barzanî: Bo çareser kirina kêşeyan hevkariya YE lazime

behsa hin mijarên girîng kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrûpayê a bi Serokatiya Cîgirê Sekreterê giştî yê YE bo karûbarên siyasî Jean Christophe Billard kir.

Di civînê de ku Balyozê YEê yê li Îraqê û berpirsa nivîsgeha YE a li Hewlêrê jî tê de beşdar bûnm behsa pêşhat û geşe sendinên deverê, rewşa deverê bi giştî û têkiliyên navbera Kurdistan û YEê hate kirin.

Derbarê pêşhat û geşe sendinên taybet bi têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê Şêwirmendê civata ewlekairya Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku di vê çarçoveyê de pêvajoyeke nû destpê kiriye û hêviya vê yekê jî xwest daku derfeteke baş bo çareser kirina yekcarî ya kêşeyên helwastî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçoveya destûra bingehîn de were afirandin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku bo çareser kirina kêşeyên han hevkariya YE jî lazime.

Di berdewamiya civîna han de Jean Christophe Billard amade bûna YE bo piştgîrî kirina Kurdistanê di warên cuda cuda de û herwiha bihêztir kirina têkiliyan û pêdiviyên Kurdistanê yên di warê reforman diyar kir û hêviya pêşkeftina zêdetir ji Kurdistanê re xwest.

Giftûgo kirin li ser metirsiyên dubare serhildana terorê û mekanîzma rû bi rû bûna wan metirsiyan û danûstandinên aliyên siyasî bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê jî mijarên din yên vê civîna han bûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.