Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Yekîtiya Ewrûpayê a bi Serokatiya Sekreterê giştî yê YEê bo karûbarên siyasî Jean Christophe Billard kir.
Di civînê de ku Balyozê YEê yê li Îraqê û nunera YEê a li Hewlêrê jî têde beşdar bûn behsa çend mijaran hate kirin.
Di destpêka civînê de şanda mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe a bo Kurdistanê diyar kir û jiber diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.
Şanda mêwan bi rêzdarî behsa hewldanên hikûmeta Kurdistanê yên bo hevandin û parastina hijmareke zêde ji aware û penaberên destê terorê kir û amade bûna YEê jî ya ji bo piştgîrî kirina Îraq û Kurdistanê di warên cuda cuda de û herwiha bihêztir kirina zêdetir ya têkiliyên heyî diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda mêwan û hevkariyên însanî û leşkerî yên hijmarek ji welatên endamên YEê yên bo Kurdistanê kir û hêviya berdewam bûna wan hevkariyan xwest.
Nêçîrvan Barzanî herwiha xwesteke Kurdistanê jî ya ji bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û YEê di her warekî de diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de çend mijarên din yên taybet bi rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên dubare serhildana terorê, hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê a bo pêşî girtin ji dubare bûna metirsiyên terorê û diyaloga navbera aliyên sasiyasî a bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hatin nirxandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin