Birêveberatiya polîsê Parêzgeha Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kiriye ku hêzên ser bi birêveberatiya asayîşê karîne 28 kes ku ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatibû dayîn binçav bikin.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ev 28 kesên han, beriya niha di demên curbicur de û li deverên cuda cuda de tawanên curbicur kirine û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hatiye derkirin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de birêveberatiya polîsê Silêmanî diyar kiriye ku piştî der kirina fermana girtina wan kesan, hêzên asayîşê jî operasiyonek li dar xistine û karîne tevahiya wan 28 kesan binçav bikin û radestî dadgehê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin