Fermandarê Îtalî: Em amadene bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge

Îtaliya yek ji welatên endam di hevpeymaniya cîhanî deye
کوردستان TV
100%

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku îro şandeke leşkerî ya Îtalî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Îraqê Tirsano serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiyaye.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku di civîna han de behsa hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên Îtalî hatiye kirin û şanda leşkerî ya Îtalî behsa vê yekê kiriye ku ew weke Îtaliya amadene ku hevkariya hêzên pêşmerge di her warekî de bi taybetî di warê perwerde kirinê de bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.