ENKS: Ji bo Rojava çareya herî baş lêvegera peymana Dihukê ye

dibêje ev yek baştirîn çareseriye
کوردستان TV
100%

 Li demeke ku nîqaşên li ser avakirina herêma ewle tê kirin de, nakokiyên navbera aliyên Kurdî û nebûna yekhelwestiyê jî berdewam e.

Rêveberê PYDê Salih Muslim ji K24ê re gotiye, “Heta niha tiştek li ser erdê ji bo avakirina herêma bi ewle tune ye. Çi tiştê ku pêkhateyên Sûriyê yên li vir dijîn jê ne razî bin, nameşe û wê qebûl jî nakin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşeke siyasî ya Kurdî ya sereke ye li Rojavayê Kurdistanê jî gefên Tirikyê cidî dibîne û dibêje, pêwîstiya herî mezin bi avakirina yek helwesteke Kurdî heye û girîngiya pirsa Kurdî ne kêmî girîngiya pirsa Sûriyê bi giştî ye û çareya herî guncaw vegera bo rêkeftina Duhokê ye.

Sekretêrê Giştî yê Tevgera Çaksazî ya Kurd Feysel Yûsif diyar kir,  “Li ser gefên Tirkan, niha gelekî pêwîst e ku careke din li ser wê yekê bisekinin ku em herêmên xwe biparêzin berî ku em bibêjin ew herêm aram yan ewle be, pêwîstî bi yekhelwestiyê heye. Em hîna jî dibînin ku rêkeftina Duhokê bingeheke sereke ye ku em karibin danûstandinê siyasî, leşkerî û rêvebirî li ser bikin.”

PeyamaKurd

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.