Tevahiya wan ji ber bûyerên tirafîkê canê xwe ji dest dane.
Birêveberatiya giştî ya Polîsê hatûçûya Silêmanî daxuyaniyek belav kir û têde behsa amarên bûyerên tirafîkê yên hefteya derbasbûyî kiriye.
Li gor daxuyaniya han di nava hefteyekê de di nava sînorên parêzgeha Silêmanî de bi giştî 24 bûyerên tirafîkê qewmîne û di encama tevahiya wan bûyeran de bi giştî 13 welatî canê xwe ji dest dane.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku 28 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin