Li Kurdistanê çekên bê mohlet (îzin)tên kom kirin

ev prosesa han heta 6 mehan berdewam dibe
حكومه‌تی ھەرێمی كوردستان
کوردستان TV
100%

Li gor fermaneke wezîrê navxwe yê Kurdistanê, dest bi vê prosesê tê kirin.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ferman da tevahiya çekên bê mohlet bên komkirin.

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî îro li ser çekên bê mohlet fermannameyek belav kir.

Di wê fermannameyê de, hatiye gotin ku divê tevahiya çekên bê mohlet her wiha çekên ji bilî demançe û kilaşînkof bên komkirin û teslîmî Wezareta Pêşmerge bên kirin.

Wezîrê Navxwe hişyarî daye wan kesên ku çekên mohlet bikar tînin û gotiye, yên ku vê yekê dikin, eger çekên xwe tomar nekin dê bên cezakirin.

Li gorî fermanê, ev operasyon dê heta 6 mehan bidome.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.