Di encama êrîşa han de çend kes birîndar bûne.
Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku li taxa Bagler ya Îstenbûlê çend welatiyên Tirk êrîşî ser dikanên koçberên Sûrî yên li vê taxê kirine.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê, di encama êrîşa han de şer û pevçûn di navbera welatiyên Tirk û koçberên Sûrî de qewmiye û di encama şer û pevçûnên han de çend kes ji her du aliyan birîndar bûne.
Hêzên polîs karîne rewşê kontrol bikin û birîndar jî bo derman kirinê ji nexweşxaneyan re hatine veguhastin.
Hêjayê gotinê ye ku li bajar û bajarokên curbicur yên Tirkiyeyê bi hincetên curbicur welatiyên Tirkiyeyê êrîşî koçberên Sûrî dikin û daxwaza derkirina wan ji Tirkiyeyê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin