Birêveberê polîsê Hewlêrê Ebdulxaliq Telet diyar kir ku piştî der kirina biryara wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ya bo nehêştina çekên bêmohlet di destê xelkê de, çend tîmên taybetî hatine damezrandin.
Ebdulxaliq Telet diyar kir ku vê di demeke nêz de ev tîmên han dest bi kar bikin û dest bi ser wan çekên bêmohlet digirin û ev çekên han radestî wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dikin.
Weke tê zanîn duhê wezareta navxwe ya Kurdistanê biryarnameyeke 7 xalî bo nehêştina çekên bêmohlet belav kiribû.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin