Serdozgeriya Dadgeha bilind ya Tirkiyê, jibo ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyiva “Kurdistan” ji navê xwe derxine, di Şubata 2015'an de hişyarî dabû wê partiyê.
Dadgeha Bilind piştî du salan jibo girtina PAK'ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û dadgehê jî ew serlêdan qebûl kir û xwest ku PAK di nav 30 rojan de parastina xwe peşkeş bike.
Serokê PAK’ê Mistafa Ozçelîk li dijî biryarê preskonferansek li dar xist û got ku ew ne navê xwe diguherînin, ne jî programa xwe.
Ozçelîk diyar kir ku emê ligel parêzer û hiqûqnasên pispor parastineke sîyasî amade bikin û dijî wê helwstê derkevin. Em bang li dewleta Tirkiyê dikin ku rêz li azadiya ramanê û azadîya xebata rêxistinî bigire.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin