Hêzên polîs ên Almanyayê îro bi ser avahiyên her du saziyên Kurdî, Mezopotamya û Mîr Mûzîk de girtin.
Hikûmeta Almanyayê herdu weşanxaneyên Kurdî yên Mezopotamya û Mîr Mûzîk bi hinceta ku "saziyên ser bi PKKê ve ne", girtin. Îro di saetên serê sibehê de li bajarê Neussê yê Almanyayê, polîsan bi ser avahiyên herdu saziyên Kurdî de girtine û herdu weşanxane daxistine.
Wezareta Navxwe ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber ku girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakiyan dikin, saziyên bi navê "Mezopotamien Verlag und Vertrieb GmbH û MIR Multimedia GmbH" hatine qedexekirin û biryara girtina wan hatiye dan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin