Yek ji fermandarên QSD` ê ragihand ku şervanên wan çeteyên DIŞIê di 1 km çargoş de dorpêç kirine.
Li eniya Baxozê ku cihê herî dawî yê DIŞI`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, şerên giran rû didin.
Li gor nûçeyeke anhayê îro piştî nîvro hejmareke mezin ji sivîlan gihîştin herêmên rizgarkirî. Nûçegihanên me anîn ziman ku şerên giran di van kêliyan de di navbera şervanên QSD û çeteyên DIŞI`ê de li Baxozê rû didin.
Ji aliyekî din ve jî, yek ji fermandarên QSD`ê ku qonaxa Şerê Tinekirina Terorê birêve dibe, Ednan Efrîn ji nûçegihanên me re teqez kir ku çeteyên DIŞI`ê niha tenê di 1 km çargoş de mane û ew niha di dorpêç de ne.
Efrîn anî ziman ku ev cihê ku niha di destê DIŞI`ê de mayî, li wir tenê çete û malbatên wan hene û sivîl li wir neman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin