Adil Ebdulmehdî: Têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gelek başin

dibêje têkiliyên me gelek baş û bihêzin
عادل عەبدولمەهدی: پەیوەندییەکانمان لەگەڵ هەرێمی کوردستان زۆر باشە
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di presskonferansa xwe ya heftane li Bexdayê ragihand ku civîna vî li gel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek baş û girîng bûye.

Ebdulmehdî di beşeke din ji axaftinên xwe de belkêşandiye ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û gotiye: Niha rewş gelek başe û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gelek baş û bihêzin.

Derbarê hinarde kirina petrola Kurdistanê de jî Serokwezîrê Îraqê diyar kiriye ku mekanîzma henarde kirina petrola Kurdistanê heye û em li ser mekanîzma han hemfikirin lewre hewce nake ku rêkeftineke nû îmze bikin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.