Erbil 38°C Wednesday 26 Nov 05:54

EY navê Siûdiyeyê jî xiste nava lîsteya xwe

dibêje siûdiye pereyên reş spî dike
کوردستان TV
100%

Îro Yekîtiya Ewrûpayê lîsteyeke nû belav kiriye ku tê de navê wan welatan heye ku di spî kirina pereyên reş de destê wan welatan heye.

Di nava lîsteya nû ya Yekîtiya Ewrûpayê de navê Erebistana Siûdiyeyê jî heye û hatiye nivîsandin ku Siûdiye yek ji wan welatên cîhanê ye ku têde karê spî kirina pereyên reş tê kirin.

Ev raporta han di demekê de hatiye amadekirin ku beriya du mehan babeta spî kirina pereyan hatibû rojevê û navên çend bankeyên YEê jî di nava lîsteya wan bankeyan de bûn ku beşdarî spî kirine pereyan kirine.

Li hember vê raporta YE heta niha Rayedarên Siûdiyeyê ti daxuyaniyek belav nekirine.

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.