Li Baxozê komeke din a çeteyan radestî QSD`ê bûn

hijmareke zêde terorîst xwe radest kirin
کوردستان TV
100%

Duh komeke çeteyên DIŞIê ku bi eslê xwe ji dewletên erebî û biyanî ne, li gundê Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

Piştî ku şervanên QSD`ê dor li çeteyên DIŞIê li bejahiya Dêrazorê teng kir, roj bi roj çeteyên DIŞIê xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.

Li gor nûçeyeke anhayê li gundê Baxoza Jorîn şervanên QSD`ê korîdorên mirovî vedikin û sivîlan rizgar dikin. Lê ji aliyekî din ve jî hin çeteyên DIŞIê heta niha li gund mane. Duh (roja çarşemê) bi dehan çeteyên DIŞIê yên ji dewletên erebî û biyanî, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

Der barê hejmara çeteyan û detayên giştî de fermandariya QSD`ê tu agahî nedan.

Yek ji fermandarên QSD`ê diyar kir ku çeteyên hatine girtin, bi wan re belgeyên ku tevlêbûna wan a nava DIŞIê îsbat dikin, hebûn. Her wiha alavên ku DIŞIê di şer de bikar dianîn, bi wan re hatin girtin.

Li gundê Baxoza Jorîn di van kêliyan de şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DIŞIê de rû didin. Çeteyên DIŞIê sivîlên ku di gund de asê mane, wek mertalên zindî bi kar tînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.