Rayedarê Meclisa demokratîk ya Sûriyeyê Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de li gel ajansa fransprss(AFP) ragihand ku lazime welatên Ewrûpayî piştî bi dawî hatina DIŞIê pişta xwe li Kurdan nekin.
Aldar Xelîl herwiha diyar kir ku di demeke gelek nêz de vê dawî bi xelafeta DIŞIê were û lazime piştî bi dawî hatina xelafetê, welatên Ewrûpî dev ji Kurdan bernedin û berdewam bin li ser piştîwanî kirina Kurdan û Kurd li hember êrîşên Tirkiyeyê û êrîşên din yên muhtemel biparêzin.
Xelîl bang li welatên Ewrûpî kiriye daku hêzeke hevbeş piştî vekêşîna Amerîkayê bişînin deverê daku hem ewlekariya deverê biparêze û him jî pêşî ji êrîşên Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê û Kurdan were girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin