Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên Baxozê rizgar kirin

şerê wan li dijî DIŞIê didome
کوردستان TV
100%

Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DIŞIê ew weke mertalên zindî di hundir  gundê Baxozê de bikar dianîn, rizgar kirin

Li gor nûçeyeke ajansa anhayê şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DIŞIê ew weke mertalên zindî di firehiya biçûk ku di bin dagirkeriya wan de maye bikar dianîn, rizgar kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku piştî şervanan sivîl rizgar kirin alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha nûçegihanên me destnîşan kirin ku piraniya sivîlên hatin rizgarkirin jin û zarok in û şervanên QSD`ê dê wan ber bi herêmên ewle ve bibin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.