Mesrûr Barzanî li gel balyozê Îranê yê li Bexdayê civiya

behsa têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî kir.

Di civînê de hevdem ligel giftûgo kirin li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelên Îranê de, behsa alûwêrên bazirganî di navbera Kurdistan û Îraqê de hate kirin.

Her du alî behsa pêngavên piştî hilbijartinan yên bo ava kirina hikûmeta nû û dezgehên fermî yên Kurdistanê kirin û balkêşandine ser girîngiya lez kirin di warê cîhbicîh kirina wan pêngavên demokratîk yên di navbera aliyan de.

Di beşeke din ya vê civîna han de Îrec Mescidî behsa mekanîzma berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan, Îraq û Îranê kir û ev yek eşkere kir ku Îran berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Kurdistanê û got: Di pêşerojê de têkiliyên han bihêztir dikin û aramiya Kurdistanê bo Îranê gelek girînge.

Giftûgo kirin li ser pêşhatên deverê bi giştî, normal kirina rewşa deverên aloz yên li Îraqê mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.