şev li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir ku ji her yek ji nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarê hevpeymaniya cîhanî James Jeffrey, Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê û endamên tîma Amerîkî ya taybet bi karûbarên Sûriyeyê.
Di civînê de behsa rewşa siyasî ya deverê, Îraq û Kurdistanê hate kirin û Serokê şanda Amerîkî James Jeffrey kêfxweşiya xwe ya li hember aramî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku hevdem li gel hebûna kêşe û metirsiyên zêde Kurdistan yek ji deverên herî serkeftî yên Rojhilata Navîne.
Jeffrey herwiha diyar kir ku karê serekî yê Amerîkayê ji nav birina teror û dabîn kirina aramiyê ye li deverê de.
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa Sûriyeyê û pêşhatên siyasî, meydanî, dilgiranî û pêşniyarên taybet bi pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê hate kirin û li ser vê yekê jî tekez li ser domandina hemahengî û karê hevbeş di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa metirsiyên terorê bo ser ewlekariya deverê hate kirin û her du alî ev yek diyar kirin ku hemahengî û karên hevbeş yên di navbera hevpeymaniya cîhanî û Kurdistanê de bo têk birina terorîstan û terorê encamên gelek baş daye.
Têkiliyê navbera Hewlêr û Bexdayê û domandina hemahnegiya navbera her du aliyan mijarên din yên vê hevdîtinê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin