Mesrûr Barzanî û Serokê dezgeha Meda civiyan

behsa prosesa siyasiya Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê dezgeha Meda ya ragihandin, rewşenbîrî û hunerî Fexrî Kerîm kir.

Di civînê de behsa lez kirin di pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê hate kirin jiber ku ev yek girêdayî jiyana rojane ya welatiyan û prosesa demokrasiya Kurdistanê ye.

Di  heman civînê de tekezî li ser yekxistina karîn û helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê bo derbas kirina vê pêvajoya han û destpê kirina pêvajoya nû hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî û Fexrî Kerîm diyar kirin ku erkê serekî yê hikûmeta nû ya Kurdistanê pêkanîna reforman û sazmandehî kirina dezgehên hikûmetê ye bi awayek ku bikaribin bi awayekî çalaktir xizmetgozariyên bingehîn pêşkêşî welatiyan bikin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.