Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îranê yê li Bexdayê, Îrec Mescidî kir.
Di civînê de ku her çar Konsulusên Îranê yên li Hewlêr, Silêmanî, Necef û Kerbelayê jî tê de beşdar bûn, behsa rewşa siyasî ya deverê û Îraqê hate kirin û her du alî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û Balyozê Îranê jî serdana Serok Barzanî bo Bexdayê bi serdaneke girîng wesif kir.
Di berdewamiya civîna han de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê hate kirin û her du alî tekezî li ser bihêztir kirina têkiliyên han kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa prosesa siyasiya Kurdistanê û ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin