Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta 49mîn salvegera îmze kirina peymana 11ê Adarê ya di navbera hikûmeta Îraqê û PDKê a bi Serokatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî, peyamek weşand û ev rêkeftina han bo gelê Kurdistanê bi rêkeftineke girîng û dîrokî wesif kir.
Mekteb siyasiya PDKê herwiha diyar kiriye ku beriya 49 salan rejîma besê ya Îraqê piştî şikesta xwe ya mezin yaku ji ser destê hêzên pêşmerge, rast hatibû, bo cara yekem, bi awayekî fermî li gel tevgera azadiya Kurdistanê bi fermî danûstan kiriye û mafên gelê Kurdistanê qebûl kiriye.
Di beşeke din ya peyama han de hatiye diyarkirin ku 11ê Adarê hevdem ku salvegera îmze kirina ev peymana han ya girînge, roja raperîna xelkê Hewlêrê û azad kirina Hewlêrê ji destê dagîrkerane lewre ev her du minasebetên han pîroz dikin û lazime her kes bizanibe ku ev her du minasebetên han di dîroka gelê Kurdistanê de gelek girîngin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin