Di navbera Meclisa Leşkerî ya Babê û cîhadiyên Tirkiyê de şer derket

bi çekên giran êrîş kirine
کوردستان TV
100%

Cîhadiyên ser bi dewleta Tirk nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Biwêhîc kirin hedef, şervanên meclisê jî bersiva êrîşan da.

Li gor nûçeyeke anhayê cîhadiyên ser bi dewleta Tirk yên xwe li gundê Kirêdiyê bi cih kirine, nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhic ê rojavayê bajarokê Erîma yê rojhilatê Babê kirin hedef.

Nûçegihanê me diyar kir ku çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran bi kar anîn. Her wiha şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrîşê da û di encama wê de car bi caran şer derdikeve.

Tu agahî der barê zirarên di encama şer de çêbûne, nehatine bidestxistin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.